TR KU SO
FB X
Cîhan

Pêsmerge: DAIS dîsa xwe organîze dike

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 10 adar 2018 22:47

Wezareta Pêşmergeyan ya Kurdistanê ragihand ku “rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Kerkûk û Mûsilê xwe amade dike ku dîsa dest bi çalakiyên xwe yên terorîstî bike".

 Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Helgurd Hikmetî got ku dema mirov rûdanên çend rojên borî yên li Kerkûk û Mûsilê dide ber hev, mirov fêhm dike ku DAIŞ ji nû ve xwe organîze dike.

Herwiha Hîkmetî wiha got: Ev jî nîşan dide ku êriş û çalakiyên terorîstî yên DAIŞê dê zêde bibin.

Beriya niha Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî ragihandibû ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê dîsa xwe organîze dike.

Parve bike: