TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistevaniya Amerîkayê zirar daye Ebadî

📅 05 tebax 2018 03:59

PeyamaKurd - Şirovekarê siyasî li Iraqê Ehmed Ebyed ragihand, ku piştevanî û rijdbûna Amerîka ji Ebadî re bo ku dubare postê serokwezîriyê werbigire, kiriye ku baweriya li hember wî lawaz bibe.

Ehmed Ebyed diyar kir, ku Ebadî balkişandiye ser piştevaniya Amerîka ji bo dubare wergirtina postê serokwezîr, vê yekê jî pêgeha Ebadî lawaztir kiriye û di beramberî wî de, hêzên Iraqî piştgiriya wan kesatiyan dikin, ku ji aliyê xelkê Iraqê tên piştevanîkirin.

Ebyed tekez kir, ku Ebadî bihêztirîn berbijarê serokwezîriyê bû, lê niha bi sedema piştevaniya Amerîka, ew nema ji aliyê Iraqiyan ve tê qebûlkirin û dibe ku wergirtina wî postî ji aliyê Ebadî ve zehmet bûbe.  

Parve bike: