Cîhan
Pistî her 3 zimanzanan 2 kesên din jî ji ber “Hînker”ê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna pirtûka “Hînkerê” de ku Serdozgeriya Stembolê daye destpêkirin, 2 kesên jî din hatin desteserkirin.
Zimanzanên Kurdî Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stembolê de di serdegirtinên malan de hatibûn desteserkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya heman lêpirsînê de îro Îzzet Çinar û Şukran Çinar jî li Stembolê di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku kesên ku hatin desteserkirin, birin Rêvebiriya Emniyetê ya Stembolê.