Cîhan
Pistî pevçûnên Pakîstan û Talîbanê, deriyê sînorî hat vekirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, piştî pevçûna navbera Pakîstan û rêveberiya Talîbanê, Deriyê Sînor ê Torhamê ji nû ve hat vekirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Deriyê Sînorî yê Torhamê, piştî şerê çekdarî yê di navbera Pakîstan û rêveberiya Talîbanê ku di 6ê îlonê de hatibû girtin, îro saet di 08:00an de bi tevahî ji deriyên rêwiyan û bazirganiyê re hat vekirin.
Pevçûnên ku piştî desthilatdariya Talîbanê li Afxanîstanê di navbera herdu welatan de derketin, carinan dibe sedem ku deriyên sînor bên girtin.