TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî teqînên li Îranê Fîdan û Ebdullahyan axivîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 nîsan 2024 20:02

PeyamaKurd- Piştî teqînên îro 19ê Nîsanê li Îsfahan a Îranê ku tê Îsraîlê êrîş kiriye, Wezîrê Derve yê Tirkiye û Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gorî ragihandina medya Tirk ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Fîdan û Ebdullahyan îro bi rêya telefonê li ser daxwaza aliyê Îranê axivîne.

Derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya Hakan Fîdan û Huseyîn Emîr Ebdullahyan de ti hurgilî nehatin belavkirin. Tenê hatiye gotin ku geşedanên dawî hatine gotûbêjkirin.

Parve bike: