TR KU SO
FB X
Cîhan

Polîsê xaneşîn jin a xwe û serokê MHPê yê navçê kuşt

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 07 sibat 2026 00:11

PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya li navça Karapürçekê, polîsekî xaneşîn di malê de ewilî jin a xwe kuşt û paşî li ofîsa serokê MHPê yê navçê Mustafa Hıraç bi çekê kuşt.

Li ser agahdarkirina hêzên asayîşê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û dîtin ku hem serokê navçê yê MHPê Mustafa Hıraç û jin a polîs can dane.

Polîsê xaneşîn piştî her du yan kuşt, çû navenda  polîs û teslîm bû. Hêzên asayîşê li ser bûyerê lêkolîna berfireh dike.

Parve bike: