Cîhan
Porosenko: Pûtîn Hîtlerê serdema niha ye!
PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Ûkraynayê Petro Poroşenko bertek ji fermana Pûtîn a şerê dagirkirina welatê xwe re nîşan da û got, "Pûtîn Hîtlemê serdema niha ye.”
Poroşenko dema parlamenterên Ûkraynayê gotûbêj li ser êrîşên Rûsyayê dikirin axivî û got, "Ev rewyeke trajîk e, lê wê rojekê Ûkrayna bi ser bikeve. Pûtîn Hîtlerê serdema me ye.”
Petro Poroşenko di salên 2014-2019an de li ser kar bû.