Prof. Naci Gorur hisyarî da: Niha betonê nerijînin
PeyamaKurd – Pisporê erdhejan û erdnasê Tirk Prof. Dr. Naci Gorur, derbarê erdhejên berdewam ên piştî erdhejên mezin ên Mereşê ku 6ê Sibatê rû dabûn û heta niha nêzî 45 hezar kesan can daye, li ser avadankirina herê û çêkirina xaniyan hişyarî da.
Naci Gorur, li demeke ku erdhejên domahîk bênavber dewam dikin de got, di vê demê de betonê nerijînin, lewra wê di demeke kurt de ew beton biderize.
Li aliyê din hikûmeta Tirkiyeyê amadekariya destpêkirina çêkirina avahiyan li herêmên erdhejê dike ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye ku destpêka meha Adarê dest bi çêkirina xaniyan dikin û heta demeke kurt jî ew dê bi hezaran avahiyan biqedîtin.
Prof. Naci Gorur got: “Hevalno, di vê dema ku li herêma erdhejê hejînên domahîk zêde ne de, gelekî xeter e. Wê di hişkbûna betonê de qelş û derzên cidî çêbibin û bi kêr neyê.”