Putin, 1,5 milyon leskeran li artêsê zêde dike
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu ragihand ku bi biryara Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, hejmara leşkerên di artêşa Rusyayê dê bi qasî 1,5 milyon were zêdekirin.
Sergey Şoygu, di hevdîtina bi rayedarên wezaretê re diyar kir ku dê ji sala 2023yan heta 2026an di personelên artêşê da guherînên mezin bên kirin û destnîşan kir ku ji bo berfirehkirina personelên Hêzên Çekdar ên Rusyayê, divê hemû çalakî di plansaziyeke berfireh de bên berhevkirin.
Şoygu got ku li gorî dema radestkirina çekên ji pîşesaziya berevaniyê bên kirin û da zanîn ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin biryar daye ku hejmara leşkeran heta 1,5 milyonî zêde bike.
Sergey Şoygu diyar kir ku di artêşê de dê 2 herêmên nû yên leşkerî yên stratejîk ên bi navê "Moskow û Lenîngrad" bên avakirin û got,
"Parastina ewlekariya leşkerî ya dewletê û parastina herêmên nû û navendên xeternak ên Federasyona Rusyayê tenê bi xurtkirina pêkhateyên bingehîn ên artêşê pêkan e.”
Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi destnîşankirina biryara par re hejmara leşkerên ku dê bi qasî 137 hezaran bihata zêdekirin, di sala 2023yan de derxist 1 milyon û 150 hezar û 623yan.