TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn bo Amerîka: Ne helwesteke dostanî ye, emê bersivê bidin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2019 00:25

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna salane ya rojnamevanî de, li Moskowê derbarê dorpêçên Amerîkayê yên bi ser Xeta Borûya Gazê ya Herka Bakur-2 ku ligel Tirkiyê ava dikin daxuyanî da.

Pûtîn li ser sepandina dorpêçên Amerîkayê ku di budçeya wezareta parastinê de hatiye pejirdandin got, ew ne helwesteke dostane ye û dê Rûsya jî bersivan wan dorpêçan bide.

Pûtîn li ser mijarê wiha axivî: "Ev qet ne helwesteke dostane ye li hemberî Rûsyayê. Helbet ev dê bandorê li ser pêwendiyên me bike. Emê li gorî esasê beramberiyê bersiva dorpêçan bidin.”

Parve bike: