Pûtîn bo Erdogan: Divê em her tistî gotûbêj bikin
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser hevdîtina îro ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re got, ji bo tiştên dibin zirarê nedin pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê divê ew di mijara Sûriyeyê de her tiştî gotûbêj bikin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî ku dest bi civîna xwe bikin li Moskowê civîneke rojnamevanî saz kirin.
Pûtîn ji bo leşkerên Tirkiyê yên li Idlibê hatine kuştin serxweşî xwest û got: “Ji bo geşedan zirarê nedin têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê divê em di mijara Sûriyeyê de her tiştî gotûbêj bikin."
Putin diyar kir ku ji artêşa Sûriyeyê jî gelek kes bûne qurbanî û lewma ji bo ew dubare nebe û zirarê nede têkiliyên Tirk û Rûsan, baştir e ku hevdîtinên dualî berdewam bin.
Erdogan jî got, di hevdîtina bi Putîn re de biryarên ku ew li wir bidin dê him herêmê û him jî Tirkiyê aram bike.