TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn: Divê rêz li hikûmeta mesrû a Sûriyê bê girtin

📅 28 cotmeh 2018 01:41

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî lûtkeya Stenbolê ya çaralî li ser kêşeya Sûriyeyê ragihand:  “Ji bo pêşketin di xebata pêvajoya komîteya destûrî de bê bidestxistin, divê rêz li hikûmeta meşrû ya Sûriyê bê girtin.”

Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê li bajarê Stenbolê ya Trikiyê bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat kirin.

Pitşî lûtkeyê Erdogan, Pûtîn. Macron û Merkel civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Li ser gotina “Rejîma Sûriyê” Pûtin bertek nîşan da û diyar kir: Ku ji bo pêşketin di xebata pêvajoya komîteya destûrî de bê bidestxistin, divê rêz li hikûmeta meşrû ya Sûriyê bê girtin. Li vêdê “Rejîma Sûriyê” tê gotin, lê belê di biryarên Neteweyên Yekbûyî de navê Komara Ereb a Sûriyê derbas dibe. Herwiha destnîşan kir ku bê hebûna Îranê ev mijar nayê çareserkirin.

Parve bike: