TR KU SO
FB X
Cîhan

Qedexeya hîcabê ya li Hindistanê li Pakistanê hat protesto kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2022 00:32

PeyamaKurd – Qedexeya Hîndîstanê ya li eyaleta Karnataka ku destûr nayê dayîn xwendekarên keçên misilman sergirtî bikevin dibistanan, li Pakistanê hat protesto kirin.

Xwendekarên Pakistanî bi nivîsên, “mafê me yê hicabê heye” li dijî biryara qedexeyê ya Hindistanê nerazîbûn nîşandan.

Di xwepêşandanê de, xwendekarên Pakistanî piştgiriya xwe bo xwendekarên keç ên misilman li Hindistanê anîn ziman.

Hêjayî gotinê ye, li eyaleta Kanataka ya Hindistanê demek dirêj e qedexeya hicabê hebû û piştî 1ê Çileya îsal dema ku xwendekarên Misilman ên li Koleja Jinê ya Udupi ya dewletparêz careke din serê xwe girtin nîqaş ji nû ve destpê kirin.

Herwiha 5 xwendekarên jin ên wê kolejê ji ber ku rê nayê dayîn sergirtî biçin dibistanê, çalakî dabûn destpêkirin û bi vî awayî qedexeya hîcabê ji nû ve ketibû rojevê.

Parve bike: