Rapor | Îsal li Îranê 565 kes hatine bidarvekirin
PeyamaKurd – Komeleya Çalakvanên Mafên Mirova ya Îranê di rapora xwe ya salane de ragihand û got, îsal li Îranê 565 kes hatine bidarvekirin û cezaya bidarvekirinê li 92 kesan jî hatiye birîn. Bi vî awayî, hejmara darvekirinan li gorî sala borî jî, ji sedî 88 zêde bûye.
Li gor zanyariyan, Komeleya Çalakvanên Mafên Mirova ya Îranê rapora xwe ya sala 2022an a binpêkirinên mafên mirova li Îranê belav kir. Raporê hemû zanyariyên li ser rewşa mafên mirovan û binpêkirinên mafên mirovan li Îranê yên di îsal de hatine kirin, eşkere dike.
Hat zanîn ku Komeleya Çalakvanên Mafên Mirova ya Îranê xwe dispêre 13 hezar û 342 raporên mafên mirovan ên ji 267 çavkaniyan. % 55 van çavkaniyan rasterast girêdayî komeleyên çalakvanên mafên mirovan, % 13 çavkaniyên nêzîkî hikûmetê û % 32 rêxistinên din ên mafên mirova bûn.
Herwiha li gorî vê raporê û derbarê pêkhateyên netewî yên Îranê de, par 205 raporên binpêkirinêm mafên mirova hatine weşandin. Li gorî van raporan, 225 kes hatine desteserkirin, 12 kes bi cezayê zîndanê û 3 kes cezayê darayî hatine cezakirin û 68 kes jî ji bo lêpirsînê hatine bangkirin.
Di derbarê pêkhateyên olî de, 199 raporên binpêkirinên mafên mirova hatin weşandin û li gorî van raporan, 140 kes hatine desteserkirin, 79 kes bi cezaya zîndanê, 23 kes jî cezaya darayî û kesek jî lêdana qemçiyê hatine cezakirin. 10 kes jî ji mafên wan ên civakî bêpar hatine hîştin.
Hat eşkerekirin ku di derbarê azadiya raman û derbirînê de 6 hezar û 311 raporên binpêkirinên mafên mirova hatin belavkirin. Li gorî agahiyên van raporan, 22 hezar û 655 kes hatine girtin, ji bo 711 kesan cezayê girtinê, 62 kesan cezaya darayî û 35 kesan jî cezaya lêdana qamçiyê hatine birîn. 37 kes jî ji mafên civakî bêpar hatine hiştin.
Herwiha di derbarê rêxistinên pîşeyî de, 2071 raporên binpêkirinên mafên mirova hatin belavkirin. Li gorî wan raporan, 309 kes hatine girtin, ji 25 kesan re cezaya girtinê hatiye dayîn û kesek jî bi cezaya lêdana qamçiyê hatiye cezakirin.
Herî dawî di derbarê bidarvekirina welatiyan de, 457 raporên binpêkirinên mafên mirova hatin belavkirin. Li gorî van raporan, par li 92 kesan cezayê bidarvekirinê hatiye birîn û 565 kesan jî hatine bidarvekirin ku li gorî sala borî ji sedî 88 zêde bûye. Di nav kesên hatine bidarvekirin de 11 jin û 5 zarok jî hene.