Rayedarên Amerîka û Îranê bi nihênî li Iraqê dicivin
PeyamaKurd- Medya Îsraîlê belav kiriye ku biryar e ku rayedarên Amerîka û Îranê bi awayekî nihênî li Iraqê yan jî li Qeterê bicivin û girjiya di navbera Îran û Amerîkayê gotûbêj bikin.
Ligor malpera Debka ya Îsraîlê ky nêzîkî MOSSADê ye belav kiriye ku Qeter û Iraq wê mazuvaniya civîna herdu aliyan bikin. Ew civîn jî bi armanca kêmkirina girjî û aloziyê ye di navbera herdu aliyan da ye û herdu alî bo çareseriya hemû pirsan zemîna diyalogê ava bikin.
Debkayê belav kiriye ku peywendiyên nihênî di navbera Amerîka û Îranê da dest pê kiriye lêbelê ew peywendî û diyalog nehatiye wê asta diyalogê ku herdu alî biryarê li ser kêmkirina girî û aloziya serbazî bidin. Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ew ne ligel wê yekê ne ku şerê Îranê bikin û li şer nagerin. Herwiha Serokê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî jî aşkere kiribû ew naxwazin şerê Amerîkayê bikin heger Amerîka şerê wan bike wê xwe biparêzin.
Ji ber gefên Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li Îranê, Amerîkayê hêzên xwe yên serbazî li Rojhilata Navîn bi cî kirine û alozî di navbera herdu welatan da zêde bûye. Metirsîya şerekî di navbera herdu welatan da heye.