Rejîma Sûriyê nirxê nan û mazotê zêdetirî du qatan bilind kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Şamê nirxê gelek tiştên sereke yên jiyanê wek nan, şekir û mazotê zêdetirî du qatan bilind kir.
Wezareta Bazirganiya Sûriyê bi biryareke nû bihayê nan û mazotê bi rêjeyeke bilind zêde kir. Li gor biryara nû, nirxê nan ji 100 Lîreyên Sûrî kir 200 Lîre û nirxê lîtra mazotê jî ji 180 Lîreyî kir 500 Lîreyên Sûrî.
Li gor wezaretê, ev biryar li gor nivîseke ji Wezareta Petrol û bi şêwirmendiya bi Komîta Aborî re hatiye dayîn.
Krîza nan û cureyên petrolê li herêmên jêr kontrola rejîmê nehatiye çareser kirin û ji dema salekê ve ye mazot li ser xelkê nehatiye belavkirin. 27 meha borî jî hikûmeta Sûriyê nirxê şekir û birinc ji sedî 66 bilind kiribû.
Serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermanekê mûçeyên karmendên sivîl û leşkeran ji sedî 50î zêde kir, lê karmendên hikûmetê nikarin di çarçoveya vê bihabûnê de debara xwe bi vî mûçeyî bikin.