Cîhan
Resik: Divê Biden soza reforma polîsan bide
PeyamaKurd- Li Amerîkayê grûbên zencî (reşik) hişyarî dan namzedê Partiya Demokratan Joe Biden û gotin eger soz nede da di qanûna polîsan de reforman bike, dibe ku zencî desteka xwe jê bikşînin.
Rêxistinên ku mafên zenciyan diparêzin ku jimara wan di ser 50 rêxistinan de ye, bo Joe Biden nameyekî şandin û di nameya xwe de gotin ku Biden soz daye bo bernameya polîsan yê befederal ku dê 300 mîlyon dolar pere veqetîne û soza Biden rexne kirin. Di nameyê de hat gotin ku wê normalîzebûn nebe derman û normalizebûn bo zenciyan tê vateya şiddetê, cudakariyê û tirsê.
Di nameye de hat ragihandin ku divê di reforma qanûna polîs de, divê gavên din yên pêşdetir bên avêtin û eger neyên avêtin, dibe ku Biden desteka zenciyan wenda bike.