Cîhan
Reuters: 15 leskerên Malîyê di feqekê de hatin kustin
PeyamaKurd – Roja Pêncşemê, 15 leşkerên Malîyê di feqekê de hatin kuştin.
Reutersê diyar kir, bi maşîneye bombebarkirî dijî konvoya leşkerî êrîş li dar ketiye û pişt re jî çekên giran hatine bikaranîn.
Artêşê herwiha da zanîn, veguhastinên birîndaran didome.
Êrîş ji aliyê kê ve hatiye li dar xistin hîn eşkere nebûye.
Ew êrîş li wê herêmê ku hêzên Malî, Fransa û Neteweyên Yekbûyî (NY) dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El-Qaydê şer dikin, çêbû.
Herêmên sînor yên di navbera Malî, Nîjer û Burkîna Faso ji alîyê hin çekdarên Îslamî ve têne kontrol kirin.