Cîhan
Rûsya: “Amerîkayê êrîsî baregeha me kir!”
PeyamaKurd- Qesra Kremlînê ragihand ku li Sûriyê, Artêşa Amerîkayê êrîşeke hewayî li dijî baregeheke Rûsyayê pêk aniye.
Di derbarê mijarê de daxuyanî ji Moskowê hat: “Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Aleksander Formîn got ku balafira eydê Amerîkayê ya tîpê “Sîxur Poseidon 8”ê bi 13 droneyan êrîşî baregeheke Rûsyayê kiriye.”
Kremlînê got ku Putin û Trump wê di derbarê bûyerê de biaxivin.