TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Em bi Tirkiyê re li Sûriyê operasyonên hevbes pêk tînin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2019 23:35

PeyamaKurd – Sererkaniya Artêşa Rûsyayê ragihand ku Rûsya û Tirkiye bi operasyonên hevbeş li Sûriyê êrîşan dibin ser xalên terorîstan.

Rayedarê Sererkaniya Rûsyayê Sergey Rudskoy, got ku Rûsya û Tirkiye ji bo tunekirina hêza leşkerî ya terorîstan li Sûriyê operasyonên nûqteyî pêk anîne.

Rudskoy  bal kişand ser ku wan di nav mehek û nîvê de hejmarek tankên terorîstan, çekên giran û cebilxane rûxandine û got: "Bi alîkariya hempîşeyên xwe yên tirk em ji bo diyarkirina cihên leşkerî yên terorîstan û pêkanîna operasyonên nûqteyî tedbîran distînin.”

Parve bike: