TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya li rawestgeha trênê xist: 15 mirî û 50 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 25 tebax 2022 03:32

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelinski ragihand ku di êrîşa roketî de Rûsya li bajarokê Chaplyne li rawestgeha trênê xistiye û di êrîşê de herî kêm 15 kes mirine û 50 kes birîndar bûne.

Zelinski ragihandina xwe di rêya videokonferansê de di wexta ji bo 31 em salvegera serxwebûna Ûkrayna de, xîtabî Neteweyên Yekgirtî dikir, di axaftina xwe de got ku Rûsya bi roketê li bajarê Chaplyne ku 145 km dikeve rojavayê Donetskê xistiye. Roket li rawestgeha trênê ketiye û encam 15 mirî û 50 birîndar in. Dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Rûsya li ser mijarê heya niha ragihandin nekiriye.

Parve bike: