TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Me dermanek ji Covid-19ê re dît

📅 28 adar 2020 21:04

PeyamaKurd – Ajansa Biyomedikal a Rûsyaya Federal îdia kir ku wan dermanek ji koronavirusê (Covid-19) re peyda kiriye.

Ajansa Biyomedikal a Rûsyaya Federal (FMBA) îdia kir ku wan dermanek ji bo koronayê re (Covid-19) peyde kiriye. Li gorî daxuyaniya FMBAyê dermanekî nû hatiye dîtin û ew derman dermanekî ji dermanên Meklofînê ye ku ji bo nexweşiya lerzeta (ta) dihê bikaranîn.

Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku ”Kompaniya 'Farmzashchita' ya FMBAya Rûsyayê, tecrubeyên Çînê di ber çavan re derbas kirine û dermanek ji nexweşiya koronavirusê re peyda kiriye.”

Saziya Tenduristiya Cîhanî (WHO) ragihandibû ku derziya vîrusa koronaya nû Covid-19 heta salekê encex were çêkirin.

Parve bike: