Rusya: Me mosekên Kinjal bi kar nehanîne!
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu ragihand ku daxuyaniyên Ukraynayê yên ku dibêjin 6 moşekên Hîpersonîk ên Rusyayê "Kinjal" hatine xistin, dûrî rastiyan in.
Sergey Şoygu, ji bo ajansa nûçeyan a Rusyayê Riayê de axivî û daxuyaniya Ukraynayê ya "6 moşekên Kinjal ên hîpersonîk ên Rusyayê hatin xistin" nirxand.
Şoygu, li ser van daxuyaniyan diyar kir ku ew dûrî rastiyan in û got, "Me moşekên Kinjal ên ku her carê îdia kiribûn wan lê dane, me nehavêtine. Her wiha hejmara moşekên ku Ukraynayê wekî astengkirî îlan kir, 3 qat zêdetir ji moşekên ku me havêtine." pirs hene ku kî pergalên berevaniyê yên Amerîkayê bi rê ve dibe.”
Wezareta Berevaniya Ukraynayê ragihandibû ku 6 moşekên "Kinjal" ên ji aliyê artêşa Rusyayê ve hatin havêtin jî di nav de 18 moşekên Rusyayê ji aliyê pergalên parastina asîmanî ve hatine xistin.