Cîhan
Rûsya: Nabe ku Fransa bibe navbeynkarê serê Ukraynayê!
PeyamaKurd – Rûsyayê li ser hewldanên Fransayê yên bo navbeynkariya şerê Rûsya-Ukraynayê ragihand ku Parîs mudaxilê kêşeya Ukaraynayê ye û nabe bibe navbeynkar.
Berdevkê Kremlîrên Dmitriy Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re li ser rola navbeynkariyê û hewldanên Fransayê daxuyanî dan.
Peskov got: "Nabe ku Parîs,di rola navbeynkariyê de xwedî îdia be, çimkî aliyekî şer digire. Herwiha Parîs, di kêşeya Ukraynayê de, bi awayekî rasterast û nerasterast mudaxil e”.
Berdevkê Kremlînê diyar kir, ji ber vê sedemê pir zehmet e behsa rola navbeynkariyê ya Fransayê bê kirin.