Cîhan
Rûsya nota da Polonyayê
PeyamaKurd – Rûsya, maslahatguzarê Polonyayê yê li Moskovayê Jacek Sladewcki dawetî wezareta karên derve kir û nota dayê. Sedema notayê ew e ku şaredariya Varşovayê ya Polonyayê roja şemiya borî dibistana lîseyê ya ku ji aliyê Rûsya de li Varşovayê dihat bikaranîn, dest daniye ser û lewra nota daye Polonyayê.
Maslahatguzarê Polonî li wezaretê li dora 20 deqeyan maye. Berdevkê wezareta karên derve yê Polonyayê Lukasz Jasina, mijarê piştrast kiriye.