Rusya: Sandina çekan a ji bo Kievê, dê bibe karesata cîhanî!
PeyamaKurd- Serokê Dumaya Dewletê ya Rusyayê yê Meclisa Jêrîn a Meclisa Federal a Federasyona Rusyayê Vyacheslav Volodin, di derbarê şandina çekan a Ewropayê ya ji bo Ukraynayê de axivî. Volodin da zanîn ku dê ev yek, bibe sedema karesateke cîhanî.
Vyacheslav Volodin, li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê daxuyaniyek da û diyar kir ku radestkirina çekên êrîşkar a ji bo Kievê, dê bibe sedema karesateke cîhanî.
Volodin di daxuyaniya xwe de got, "Heger Washington û welatên NATOyê, çekên ku dê pê li bajaran bidin û hewil bidin erdên me bikin destên wan û vê yekê wekî gefan dixwin, ev yek dê bibe sedema bergirên tolhildanê.”
Serokê Dumaya Dewleta Rusyayê Volodin hişyarî da parlamenterên welatên Ewropayê û endamên Kongreya Amerîkayê û got,
"Divê ew berpirsyariyên xwe yên li hember mirovahiyê bi cih bînin. Washington û Bruksel, bi biryarên xwe cîhanê dikişînin nav şerekî tirsnak. Ji bo şerekî bi temamî, ji operasyoneke serbazî cuda, ya ku tê de tenê êrîş li ser binesaziya serbazî û xeternak heye, ji aliyê rejîma Kievê ve tê bikaranîn û tên kirin.
Li gorî serweriya teknolojîk a çekên Rusyayê, siyasetmedarên biyanî yên ku biryarên bi vî rengî didin divê fêm bikin ku biryarên wan dikarin bibin sedema trajediyeke cîhanî ku dê welatê wan hilweşîne."