Cîhan
Rûsya sîstema S-400 an sand Belarûsê
PeyamaKurd – Rûsya ji bo tetbîqata leşkerî ya bi Belarûsê re 2 sîstemên parastina hewayî S-400 an şand Belarûsê. Ragihandin ji aliyê wezareta bergiriyê ya Rûsya de hat kirin.
Tetbîqat wê di du astan de bibe û di 20 ê sibatê de biqede. Ji bo tetbîqatê Rûsya 12 balafirên Su-35, 2 sîstemên S-400 û sîstema ji bo parastinê ya fuzeyan ya bi navê Pantsir-S dişîne Belarûsê.