TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya tetbîqata sîstema hewayî dê bike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2018 22:26

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku wê ceribandina sîstema parastina hewayî ya bi S-300 û S-400an, li herêma Astrahanê bi awayeka zindî biceribîne. Wezaret ragihandina xwe di malpera xwe ya fermî ya înternetê de kir.

Di tetbîqatê de wê sîstem bi agirdayînê bixebite û ev jî girîngiya tetbîqatê zêdetir dike. Di tetbîqatê de hedefên zindî bên bikaranîn, tê de 500 leşkerên Rûs û 200 leşkerên taybet bên bikaranîn.

Parve bike: