Cîhan
Rûsyayê carek din agirbest ragihand
PeyamaKurd – Rûsyayê carek din agirbesteke demkî ji welatiyê sivîl vekir.
Li got Rûsyayê diyar kir, îro careke din li bajarên Kiev, Çêrnîkov, Sumy, Kharkiv û Mariupol agirbest tê ragihandin, ji bo ku xelkê sivîl bi rêya korîdorên mirovî, ji wan bajaran derkevin.
Herwiha li aliyê din şer berdewam e û hêzên Rûsî ber bi Kiev ve pêşve diçin. Berpirsên Ukraynî jî dibêjin, nêzîkî 20 hezar xwebexşên ji 52 welatan navên xwe tomar kirine, ji bo ku herin Ukrayna şer bikin.