TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusyayê gef xwar: Em ê peymanê betal bikin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2022 20:31

PeyamaKurd- Ji aliyê Kremlînê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku heger balafirên kamikaze yên ku di şerê Ukraynayê de tên bikaranîn, bikevin bin hûrnêrînê, ew ê Rusya xwe ji peymana dexil û dan vekişîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dema ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dronên kamikaze yên ku Rusya li dijî Ukraynayê bi kar tîne, bike bin hûrnêrînê; ew ê xwe ji peymana ku 22yê Tîrmehê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di navbera Rusya û Ukraynayê de hatibû destnîşankirin, vekişînin.

Di rojên berî de di civîna girtî ya Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de nûnerê Ukraynayê yê NYê Sergey Kislitsa gotibû,

“Îran, bi sedan dronên Muhacir û Şehîd-136 yên kamikaze dane Moskowê û bi vê yekê re jî aliyê xwe yê şer diyar kiriye.”

Kislitsa dabû zanîn ku ev yek, biryara bi hejmara 2231an a Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2015an de ji bo derbarê Îranê hatibû dayîn, binpê dike. Nûnerê Ukraynayê bi berdewamî gotibû ku

“Em Neteweyên Yekbûyî vedixwînin ku grûpeke lêkolînê erkdar bike û ew grûp li Ukraynayê tespîtan bike ku dronên tên bikaranîn, aîdê Îranê ne.”

Parve bike: