TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusyayê, mirina Prigojin pistrast kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 27 tebax 2023 23:31

PeyamaKurd- Komîteya Lêpirsînê ya Rusyayê piştrast kir ku damezirînerê Koma Wagnerê Yevgeny Prigojin, di encama ketina balafira taybet a li herêma Tverê de di nav miriyan de ye.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo tespîtkirina nasnameya kesên ku di balafira taybet a ku li herêma Tverê ket xwarê, testên genetîka molekularî temam bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama lîsteya ku di 23yê Tebaxê de hatiye weşandin de nasnameya 10 kesên ku can dane hatiye tespîtkirin.

Her wiha hat zanîn ku Dmitriy Utkin ê ku ew jî di nav van miriyan de bû, piştî Prigojin kesayetê herî girîng ê Wagner bûye.

 

Parve bike: