TR KU SO
FB X
Cîhan

Ryan: Derzîya Korona dê di sala nû de bê bikaranîn

Leyla Denli
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2020 12:30

PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê lêkolîn û xebatên bo derzîya vîrusa Korona berdewam dike. Serokê Rewşên Awarte yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Mike Ryan ragihand, heta serê sala nû, wê derzîya vîrusa Korona neyê bikaranîn.

Li gor Mike Ryan diyar kir, ji ber ku dixwazin derzî bi ewle û bi bandor be, dibe ku bikaranîna derziya vîrusa Korona derengî bikeve.

Mike Ryan got, ‘‘Berî em derzîya vîrusa Korona li cîhanê bi giştî bi kar bînin, divê em ewil li ser xwe biceribînin û bibêjin derzî ewle û bi bandor e.


Ryan da zanîn, li gor wan di serê sala nû de derzîyên vîrusa Korona dê werin bikaranîn.

Berpirsê WHO dîyar kir, hin derzîyên vîrusa Korona derbazî testên qonaxa sêyem bûne û bi ewle û bi bandor in.

Herwiha Wezîrê Tenduristiyê yê Amerîka Alex Azar gotibû, wan bi kompanya Pfizerê re li ser 100 mîlyon derzîya vîrusa Korona peyman îmza kirine.

Li gor peymanê, kompanya Pfizer dê di meha Berfanbarê de dest bi çêkirina wan derzîyan bike.

Parve bike: