Cîhan
Sam: “Îsraîl êrîsa hewayî bo ser me pêkanî”
PeyamaKurd- Rejîma Beşer Esed ragihand ku Îsraîlê bi balafiran êrîşê payîtexta wan Şamê kiriye. Ajansa Sûriyê ya fermî SANA ragihand ku Îsraîlê Girên Golanê bikaraniye û êrîşê başûrê Şamê kiriye. Li gor çavkaniyên Sûriyê; sîstema hewayî piraniya fuzeyên ku bi balafirên Îsraîlê hatine avêtin xistine.
Li Başûrê Şamê ji bilî artêşa Sûriyê grûbên di bin kontrola artêşa Îranê de hene. Heya niha Îsraîlê di derbarê êrîşê de ti agahî nedaye.
Tê zanîn ku heya niha eger Îsraîl agahî bistîne êrîşekî bo ser wan çêdibe an di pêşde çêbibe, rast e rast li hedefa talûkê dixe.