TR KU SO
FB X
Cîhan

SANA: Balafirên Îsraîlê êrîsî Samê kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 31 adar 2023 13:34

PeyamaKurd – Rejîma Beşar Esed îdia kir, Îsraîlê li Şama paytexta Sûriyeyê li dijî xalekê êrîşeke hewayî pêk aniye.

Li gorî nûçeya SANA ya ajansa nûçeyan a rejîma Esed ku li ser jêdereke leşkerî ye, li gorî saeta herêmî di saet 00.17an de xalek li bejahiya Şamê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hat armanckirin.

Di raporê de hat gotin, "Pergalên me yên parastina hewayî rastî moşekên dijmin hatin û hinek ji wan xistin xwarê. Di encama êrîşê de xisar çêbû."

Derbarê êrîşê de ji aliyê rayedarên Îsraîlî ve ti daxuyanî nehat dayîn.

Tê zanîn ku komên çekdar ên di bin fermandariya Pasdarên Şoreşa Îranê de hene, bi taybet endamên Hizbulaha Libnanî, ji bilî artêşa rêjîmê li Şamê û gundewarê wê.

Rejîma Esed îdia kir, do jî hin xalên wê yên li Şamê ji aliyê Îsraîlê ve hatine armanckirin.

Ji sala 2011an ve ku şerê navxweyî destpê kir, Îsraîl dem bi dem êrîşan li dijî komên ku Îran piştgiriya wan dike û xalên leşkerî yên rejîmê li Sûriyê pêk tîne.

Parve bike: