Cîhan
Sanda Amerîkî çûyîna Lutkeya Davosê betal kir
PeyamaKurd - Şana Amerîkayê ya ku beşdarî Lutkeya Aborî ya Cîhanê li Davosa Swîsreyê dibe, ji ber ku hikumeta Amerîkayê girtî ye serdana xwe betal kir.
Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê li ser mijarê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, bi sedema ku hikûmeta federalî ya rêveberiya Trump girtiye, serdana Davosê ya şanda Amerîkayê hatiye betalkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihandibû ku ew beşdarî Lutkeya Davosê nabe.
Hêjayî gotinê ye, ji ber derneketina budçeya çêkirina dîwarê sînorê Meksîkayê ji kongreya Amerîkî, hikûmeta federalî ya Amerîkayê ji aliyê Trump ve ev zêdetirî du hefteyan e hatiye girtin û karmend nikarin muçeyên xwe werbigirin.