TR KU SO
FB X
Cîhan

Sandeke Finlandiyayê, li ser mijara NATOyê çû Tirkiyeyê

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2022 20:30

PeyamaKurd- Şandeke Finlandayê ya ku ji bo li ser endamtiya NATOyê bi rayedarên Tirkiyeyê re dan û stendinan bike, çû Tirkiyeyê. Di derbarê hevdîtinê de hat ragihandin ku dê li ser mijara radestkirinan guftûgo werin kirin.

Li gorî agahiyên ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin ragihandin, şanda Finlandiyayê, ji bo hevdîtinên li ser endamtiya Finlandiyayê ya NATOyê, derbasî Wezareta Dadê Ya Tirkiyeyê bûne û li wê derê civînek dest pê kiriye.

Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat diyarkirin ku dibe ku mijar bi gelemperî li ser daxwaza radestkirina Tirkiyeyê ya endamên PKKê û rêxistina Cemaeta Gulen be.

Pêvajoya serlêdana Finlandiya û Swêdê ya ji bo NATOyê, piştî şerê navbera Rusaya û Ukraynayê dest pê kiribû. Ji bo ku ev herdu welat bikaribin bibin endamên NATOyê, pêdivî bi erêkirina hemû endamên NATOyê heye lê belê Tirkiyeyê hin şert û merc danîne ber herdu welatan .

Li ser van şert û mercên Tirkiyeyê jî di navbera aliyan de dan û stendin dewam dikin û rayedarên Tirkiyeyê radigihînin ku heta şert û mercên wan neyên bicihanîn, ew ê endamtiya Swêd û Finlandiyayê qebûl nekin.

Parve bike: