Cîhan
Scholz: Pûtîn li min û Almanyayê gef nexwariye!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, li ser îdiayên ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gef li wî û Almanyayê xwariye axivî û got, Pûtîn ne li min ne jî li Almanyayê gef nexwariye.
Scholz di hevpeyvîna ligel rojnameya Bild am Sonntag de, bal kişand ser axaftina xwe ya ligel Pûtîn a piştî destpêkirina şerê Ukraynayê û diyar kir, ew di mijara rewşa Ukraynayê de xwedî nêrînên cuda ne, lê ‘Pûtîn ne li min ne jî li Almanya gef nexwar”.
Li ser biryara şandina tankên Leopard2 bo Ukraynayê jî Scholz got, “Almanya, bi awayekî aram wê hemû bijardeyan binirxîne. Wekî din dê her tişt zêde bê baldarbûn û xeter be.”