TR KU SO
FB X
Cîhan

Selahattin Demirtas dengê xwe da!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 24 hezîran 2018 16:05

PeyamaKurd- Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê yê ku niha di girtîgehê de ye Selahattin Demirtaş di girtîgeha Edirnê de dengê xwe da.

Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku wî jî dengê xwe daye. Demirtaş di mesajên xwe yên li ser twitterê de wiha got:

Ez hêvî dikim ku îro li welatê me her kes here ser sandoqê û tercîha xwe li ser demokrasiyê bike. Hêviya me ew e ku hilbijartin di rewşa aşîtî û aramiyê de derbas bibe.

Demirtaş wêneyê xwe û yê wekîlê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî parve kir û wiha got:

Me jî raya xwe di girtîgehê de da. Ez bawer dikim ku encamên hilbijartinê wê pir baş bin. Ji bo me hemiyan li ser xêrê be!

Parve bike: