TR KU SO
FB X
Cîhan

Senator Graham: Me rê li ber êrîşên Şamê yên dijî Kurdan girt

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2026 13:27

PeyamaKurd- Senatorê Komarî yê navdar Lindsey Graham, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî civiyabû, daxuyaniyên girîng dan.

Graham tekez kir ku Amerîkayê pişta xwe nedaye Kurdên Sûriyeyê û destnîşan kir ku wan bi awayekî çalak rê li ber pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya ber bi herêmên Kurdan ve girtiye.

Graham da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê dijî terorê de hevalbendên wan ên sereke ne û diyar kir ku paşguhkirina Kurdan piştî serkeftina li dijî DAIŞê ji bo Amerîkayê "şermeke mezin e" û divê di paşeroja Sûriyeyê de cîhekî hêja yê Kurdan hebe.

Graham dubare kir ku parastina Kurdan ne tenê wefayek e, lê ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê jî berpirsiyariyeke stratejîk e.

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya van hewldanan de Graham bi hevkariya Senatorê Demokrat Richard Blumenthal "Qanûna Parastina Kurdan" pêşkêşî Encûmena Pîran kir da ku rê li ber her cure êrîşên hikûmeta Şamê bigirin. Ev projeqanûna ku ji aliyê her du partiyan ve tê piştgirîkirin, cezayên aborî yên giran li ser her alî an dewleteke ku alîkariya leşkerî bide Şamê ji bo êrîşkirina ser HSDê, disepîne.

Parve bike: