TR KU SO
FB X
Cîhan

Senatorê Amerîkî: ‘Dagirkeriya Tirkiyê sermezar dikim’

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2021 03:18

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Bob Menendez bi daxuyaniyek bang li Tirkiyê kir ku dagirkeriya xwe ya ne fermî ya li ser erda Qibrisê bidawî bîne.

Bob Menendez li bajarê New Jersey ê Amerîkayê bi boneya 61emîn salvegera serxwebûna Komara Qibrisê bi welatiyên Qibrisê re hat ba hev û diyar kir ku ew piştrast dikin hevalbendiya Amerîka ya bi Qibrisê re berdewam e.

Senatorê Amerîkî bi daxuyaniyekê got: "Ez li qibrisyên li New Jerseyê û cîhanê salvegera 61an a serxwebûna komara Qibrisê pîroz dikim. Di vê rojê de em dagirkeriya leşkerî ya Tirk a nerewa ya li ser axa Qibrisê şermezar dikin ku ji 50 salî ve heye."

Parve bike: