Cîhan
Serdozgeriya Lîbya: Endamekî rêxistina ‘Kaniyat’ê îtîraf kir ku ew 22 kesan kustiye
PeyamaKurd – Serdozgeriya Lîbyayê ragihand ku kesekî ji mîlîsên ‘Kaniyat’ê ku bajarê Terhune heya 2020an di bin destê wan de bû, îtîrafê kiriye ku ew 22 kesan kuştiye û wî şandine zîndanê.
Serdozgerî ragihandin axwe nivîskî kir û got ku hêzên asayîşê li başûrê payîtext Trablûsê di operasyonê de wî kesî girtine û lêpirsîna wî ji aliyê dozgeriyê de hatiye kirin.
Navê kesê ku 22 kesan kuştiye nehat ragihandin.