Seroka Komîsyona Ewrûpayê çû Kîevê
PeyamaKurd – Seroka komisyona Ewrûpayê Ursula Von Der Leyen, di roja 9ê gulanê de an ku îro ku “Roja Ewrûpa” ye, çû payîtexta Ûkraynayê Kîevê. Leyen li Kîevê ji bo endamtiya Ûkraynayê ya ji bo Yekîtiya Ewrûpayê peyamên erênî da. Serokê Ûkraynayê Zelenski got ku divê muzakereyên endamtiyê destpêbikin û kêmkirina îxracata YE ji bo Ûkraynayê rexne kir.
Ûkrayna di pey îşxala Rûsyayê de bi demekî kurt ji bo endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê seredanê kiribû.
Li Kîevê seroka komisyona Ewrûpayê Leyen weha axifî:
“Ûkrayna ji bo qiymetên Ewrûpayê şer dike. Êrîşker bi awayekî berbat têkçûye. Ûkrayna êrîşan dehf da û bi serkeftin êrîşê dike. Ji ber Ûkrayna weka civakekî azad bi milyonan jin û mêr xwediyê cesaretê ne. Em niha li welatekî ne ku bê sebeb ketiye ber êrîşan. Dema em ji vê derê lê dinêrin, dibe ku xwuya bike da Ûkrayna aştîxwaz û azad nikaribe bikeve Yekîtiya Ewrûpayê. Lê vateya Ewrûpa ew e ku tiştên nabin, bike. Ûkrayna jî wisaye. Her bijî Ûkrayna.”
Zelenski jî di axaftina xwe de got ku wext hatiye da muzakereyên endamtiyê destpêbikin û YE yê di mijarê de biryareka erênî bide. Li ser mijara kêmkirina an astengkirina îxracata ji bo Ûkraynayê Zelenski ragihand ku astengkirina îxracatê qebûl nabe û Rûsya pê xwurt dibe, ne Ewrûpa.