TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev wezîrê Tirkiyê Hakan Fidan qebûl kir hûzûra xwe

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2024 00:35

PeyamaKurd - Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan qebûl kir hûzûra xwe. Di hevdîtinê de her dû teref li ser têkiliyên Tirkiyê-Azerbeycanê û têkiliyên Tirkiye-Ermenistanê axifîn.

Serokkomariya Azerbeycanê ragihand ku Aliyev û Fidan li bajarê Sûşayê hatine cem hev û hem behsa civîna Astanayê kirine. Hat gotin ku çawa di civînên rêxistina Şanghayê de, civînekî sêqolî çêbû bû û di civînê de lîderên Tirkiye, Azerbaycan û Pakistanê hebûn, wê ji bo rojên pêş, civînên din yên sêqolî bên plankirin.

Di civînên pêş yên ne fermî de, wê cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz temsîla Tirkiyê bike.

Parve bike: