TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê TÜSIAD ê: Pirsgirêka Kurd bi temamî çareser nebû

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 19 mijdar 2021 04:32

PeyamaKurd – Serokê TÜSİAD ê Simone Kaslowski, behsa rapora Avakirina Dahatûyê kir û got ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd bi temamî çareser nebûye û banga ‘diyaloga civakî-siyasî’ kir. Serokê rêxistina Sanayî û Karsazan Simone Kaslowski li ser raporê pirsên hatin kirin bersivand. Simone Kaslowski di şiroveyên xwe de behsa demokrasiya îro ya li Tirkiyê kir û pirsekî weha jê hat kirin:

Li gor we pirsgirêka Kurd çareser bû gelo? Eger nehatibe çarserkirin rewşa niha û ji bo dahatûyê divê nexşeyekî çawa hebe?

Kaslowski weha bersivand:

“Em nikarin bêjin pirsgirêka Kurd çareser bûye. Em girîngiyê didin avakirina zemînekî ku kapasîta wê ya pirsgirêkên ku ketine ser hev çareser bikin da dahatûya xwe ava bikin. Mixabin pirsgirêka Kurd weka li dinyayê çawa hinek pirsgirêk bi têkoşîna li dijî terorê de tevlihev bûne, wisaye.

Divê herkes bizanibe ku şerê çekdar ne alavekiye û rêxistin divê qebûl bike ku dev ji têkoşîna çekdarî berde. Li aliyê dinê divê tekoşîna li dijî terorê û mafên mirovan tevlihev nekin. Divê têkoşîna li dijî terorê nebe sedema berlêgirtina mafên mirovan.

Diyaloga civakî û siyasî ji bo berlêgirtina vê tevliheviyê alava me ya herî girînge. Tirkiye dikare her dû armanca di heman wextê de bicîhbîne, di wê astê de û di wê tecrubeyê de ye.”

Parve bike: