Cîhan
Serokê YSKê Guven: Li Stenbolê Imamoglu li pês e
PeyamaKurd - Serokê Lijneya Bilind a Tirkîyê (YSK) Sadi Guven bi daxuyanîyekê dîyar kir ku namzedê CHPê Ekrem Imamoglu li pêş e.
Serokê YSKê Sadi Guven amarên dawî yên li ber destê xwe eşkere kirin. Li gorî amarên dawî yên YSKê rewşa dawî ya Stenbolê wiha ye.
YSK: IMAMOGLU BI 28 HEZAR DENGAN LI PÊŞ E
Namzedê Partîya Komarîya Gel (CHP) Ekrem Imamoglu bi 28 hezar dengan li pêşîya namzedê Partîya Dad û Geşpêdanê (AKP) Binali Yildirim e.
Ekrem Imamoglu: 4.159.650
Binali Yildirim: 4.131.761
Serokê YSKê Sadi Guven da zanîn ku, heta niha 31 hezar û 102 sindoq hatine jimartin û li 84 sindoqan jî îtrîaz hene lewma ew nehatine hesibandin.
AKP: EM DÊ ÎTÎRAZ BIKIN