TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokkomar Armen Sarkisyan biryara Nikol Pasinyanî red kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 28 sibat 2021 00:42

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan bi sedema ku derbe lê çêkirine biryarê da ku serokerkan û fermandarên din yên giştî yên hêzên artêşê ji ser wezîfê bên hilanîn lê ev biryara serokwezîr ji aliyê serokkomar Armen Sarkisyan de hat redkirin.

Artêşa Ermenistanê beyanekî dabû û xwestibû Nikol Paşinyan û hukumeta wî dev ji wezîfê berde û îstîfa bike. Paşînyan vê daxwaza artêşê weka derbe binavkiribû û di ser hesabê xwe yê Facebookê de bi zindî axifî bû. Paşinyan di axaftina xwe de weha gotibû:

“Divê em şoreşa xwe biparêzin. Em di halekî nexweş de ne. Min biryarê da ku serokerkan ji wezîfê hildim. Niha wezîfa herî girîng parastina sîvîlan û desthilata xelkê ye.”

Parve bike: