TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Iraqê: Amerîkayê soz da me…

Salih Turan
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2018 22:22

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî pêwendiya telefonî ya ligel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, Amerîkayê soz daye wan ku li Iraqê hevkariya şerê dijî rêxistina terorîst DAIŞê berdewam bike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser medya civakî piştrast kir ku ew îro 22yê Kanûna 2018an digel Pompeo di pêwendiyeke telefonî de axiviye û got, “Mike Pompeo piştrast kiriye û ragihandiye ku artêşa Amerîkayê dê şerê dijî DAIŞê yê bi piştevaniya Iraqê berdewam bike.”

Herwiha Adil Ebdulmehdî wî ji ber dirêjkirina mohleta kirîna elektrîkê ji Îranê spasî li rêveberiya Washingtonê kir.

Parve bike: