TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokwezîrê Îsraîlê: Hewcedarî hebe, dê êrîs bidomin

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 tebax 2022 20:32

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd, li ser êrîşên Xezeyê daxuyaniyek da. Serokwezîr ragihand ku operasyonên li dijî Xezayê, dê bidomin.

Digel ku êrîş û operasyonên artêşa Îsraîlê yên ser Xezeyê berdewam dikin, ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd ve daxuyaniyeke girîng hat parvekirin.

Yaîr Lapîd di daxuyaniyê de got, “Heta ku hewcedarî pê hebe, dê operasyon dewam bikin.”

“Em hewil didin, zerarê kêmtir bikin”

Serokwezîr Lapîd, di daxuyaniyê de bal kişand ser kuştina fermandarê herêma başûr a Tevgera Cîhadê Xalid Mensûr û ji bo kuştina fermandarî got,

“Ev, serkeftineke bêhempa ye.” Lapîd bi berdewamî got, “Ji bo kesên ku ne hedef in, em hewil didin ku zerarê daxînin asta herî kêm û em li ser vê esasê tevdigerin.”

Di roja sêyemîn a êrîşên li hember Xezayê de 6 jê zarok, 32 kesan canê xwe ji dest dane û 275 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: