TR KU SO
FB X
Cîhan

Siyasetmedara Kurd Zuhal Demir li Belçîkayê bû Wezîra Dadê

📅 03 cotmeh 2019 16:13

PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd a ciwan Zuhal Demir, li herêma Fileman a Belçîkayê bû Wezîra Dad, Xweza, Enerjî û Geştyariyê.

Li Belçîkayê parlamentera kurd a Partiya Hevgirtina Flamanan Zuhal Demir di hikûmeta nû ya Belçîkayê de bû Wezîra Dad, Xweza, Enerjî û Geştyariyê.

— Zuhal Demir (@Zu_Demir) October 2, 2019

Zuhal Demir 39 salî ye û ji Dêrsîma Bakurê Kurdistanê ye û derçûyiya beşa hiqûqê ye.

Demir berê jî di heman hikûmetê de wezîrtiya mafên wekhev û têkoşîna lidijî xizaniya kiribû.

Parve bike: