TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Di 72 saetên dawî de 35 leskerên rejîma berê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2025 22:09

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê êrîşên ser bermayiyên rejîma berê ya hilweşiyayî berdewam dikin.

Li gorî SOHRê di nav 72 saetên dawî de, di encama şerê hezên Sûriyê û yên rejîma berê de, 35 leşkerên girêdayî Esed hatine kuştin. Li ser cih û awayê pevçûnan agahî nehatin dayîn.

Li aliyê din ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê jî bi zarê rayedaran ragihandiye, komeke şervanan xwestiye ji valahiyê sûde bistîne ku xwe wekî hêzên ewlehiyê dane naskirin û binpêkirin li hember sivîlan kirine.

Parve bike: